Rûsya 300 hezar serbaz amade dike

Biryar e di meha dahatî de, Rûsya mezintirîn rahênana serbazî bike ku di 37 salên derbasbûyî de wek wê nekiriye û nêzîkî 300 hezar serbaz û bêtirî hezar firoke û du keştiyên cengî têde beşdar dibin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevdem li gel zêdebûna pêwendiyên wê li gel Amerîka, Wezareta Bergiriya Rûsî îro Sêşemme 28/8/2018 ragihand, ku Mosko mezintirîn rahênana serbazî encam dide ku di 37 salên derbasbûyî de wek wê rahênanê nekiriye.

Medya Rûsî, ji ser zimanê wezîrê bergiriya wî welatî Sergey Shoygu veguhestiye, ku di meha dahatî de, ewê rahênana serbazî ya mezin di bin navê "Vostok 2018" wate Rojhilat 2018 encam bidin.

Biryar e di wê rahênanê de, ku li rojhilat û navenda Rûsya tê encaman, nêzîkî 300 hezar serbaz û bêtirî hezar firoke û du keştiyên cengî beşdar bibin.

Wezîrê Bergiriya Rûsî got: Ev mezintirîn rahênana serbazî ye û ji sala 1981ê ve heya niha, bi mezinbûna vê rahênanê çênebûye.

N.O