Moody’s xalên 20 benqeyên Tirkiyê daxist
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha Nirxandina Krediyan Moody’s xalên 20 benqeyên Tirkiye daxist. Ligor Moody’s ketina nirxê Lîreyê Tirkî û derfetên benqeyî yên giştî wekî egera daxistina xalên benqeyên Tirkiye hate destnîşandan.
Di daxûyaniya xwe de Moody’s diyar dike: “kêmbûna baweriyê, şkestina Lîreyê Tirkiye û derfetên benqeyî yên giştî, metirsiyên beramberî benqeyên Tirkiye zêde dikin”.
Moody’s herweha di 17ê Tebaxê de xalên Tirkiye jib o krediyê ji Ba2 daxistibû Ba3 û rewşa xalên Tirkiye ji rawestanê ber bi neyênî (negative) ve guherandibû.
C.B