Barzanî û Mike Pompeo rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kirin

Êvariya roja çarşem 29.08.2018 Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo bi rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Mesûd Barzanî ve kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êvariya roja çarşem 29.08.2018 Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo bi rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Mesûd Barzanî ve kir.

Malpera Serok Barzanî belav kir, di vê peywendiya telefoniyê de ku rewşa siyasiya Iraqê hate guftûgo kirin, Wezîrê Derveyê Amerîka pesnê rola Serok Mesûd Barzanî ya li proseya siyasî ya Iraqê û li piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran kir û ew rol bi girîng da zanîn.

Her wiha di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî û danûstandinên di navbera aliyan ya di derbarê damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Heman demê de ronahî xistin ser wê yekê ku çawa di demeke nêzîk da hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn.

Her di vê peywendiya telefoniyê de, Serok Barzanî û Mike Pompeo tekezî li ser berdewamiya hevdu şêwirînê û peywendiyên di navbera her du aliyan kirin.

 

S. B