Erdogan: Gefên Rojava nikarin pêşya me bigrin

Erdogan: Em bi bawerî rêya xwe dom dikin. Vê dezgeha Rojava weha gotiye, xalên me yên krediyê kêm kirin e, ev gotiye, ew gotiye: guh nedin! Ew sextekar û derewîn in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan li bajarê Balikesir ê Tirkiye ji xelkê re peyivî û welatên Rojava bi sextekar binav kirin.

Erdogan got: “Ji hevûdu hez bikin. Guh nedin fitnekar û fesadan. Taybetmendiyek me heye – çi ye? Em hevûdu ji bo Xwedê hez dikin. Imana me ji hezkirinê te. Ji bo vê em dê yek bin, zindî bin, bira bin, em dê bi hevûdu re Tirkiye bin. Rabia me jî ew e – Yek Millet, Yek Al, Yek Niştiman, Yek Dewlet!”

Erdogan destnîşankir ku, şerê welatên Rojava hemberî Tirkiye dê sernekeve û anî ziman:

“Em bi bawerî rêya xwe dom dikin. Vê dezgeha Rojava weha gotiye, xalên me yên krediyê kêm kirin e, ev gotiye, ew gotiye: guh nedin! Ew sextekar û derewîn in. Gelek tişt liser me gotin. Em li karê xwe meyze bikin. Her tiştê me baş diçe: Geştyarî gelek baş e. Kart a çandinî,ajalî gelek baş e. Her tiştê me baş diçe. Rawestandin nîn e, em dê her bi pêşve bimeşin!..”

Krîza aborî, bi taybetî nirxşkandina Lireyê Tirkî beramberî Dolar û Euro babetek sereke ya aboriya Tirkiye ye.

 

 

C.B