Mercê Almanya bo Tirkiye: Hevwelatiyên me berde!

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas mercê asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiye serbestberdan a hevwelatiyên Almanya binav dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor nûçeya Euronews, Almanya destnîşan dike ku, piştî hewla kûdeta ya serbazî li Tirkiye û heta niha 50 hevwelatiyên Almanya li Tirkiye girtî ne, tenê beramberî 7 kesan ji wan doz hatiye vekirin û hemberî 35 hevwelatiyê Almanya jî qedexeya derketina derveyî Tirkiye heye.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas mercê asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiye serbestberdan a hevwelatiyên Almanya binav dike.

Ligor Haas heta ku hevwelatiyên Almanya neyên berdan pêwendiyên ligel Tirkiye asayî nabin. Ev yek mercek ji bo asayîkirina pêwendiyan ligel yekîtiye Ewrûpayê ye jî.

Haas desnîşankir ku, Tirkiye ger bixwaze nêzîkahiyê ligel Ewrûpa û Almanya nîşan bike, rêya wê diyar e.

 

 

C.B