“Îsraîlê çelakiyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê kêm kiriye”

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman tekez dike, Îranê di bin fişarên navdewletî û Til Evîvê de çalakiyên xwe yên leşkerî Sûriyê kêm kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman tekez dike, Îranê di bin fişarên navdewletî û Til Evîvê de çalakiyên xwe yên leşkerî Sûriyê kêm kirine.

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ji rojnameya “Yedioth Ahronoth” re ragihand, çalakiyên Îranê li Sûriyê kêm bûne, ev yek jî vedigere ked û fişarên navdewletî û Îsraîlê.

Herwiha got: “Îsraîlê bi sedan li armancên Îranê yên li Sûriyê dan, bo rê li ber veguhastina çekên pêşketî bo grûpên wek Hizbulaha Libnanî re. Herwiha Îsraîlê fişarên dîplomasî jî li Amerîka kir, ta Îranê li derveyî Sûriyê bihêle.”

Diyar kir jî, Îranê planên berhemanîna kargehên mûşekan li Sûriyê rawestandiye, lê hîna dest ji avakirina bendereke deryayî û firokexaneyê bernedaye. Ew niha bi rêjîma Sûriyê re berdewam e bo avakirina pêgehan li bereyên pêşî.”

Avigdor Lieberman amaje bi rola girîng a vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re kir û got, budceya hêzên Îranê bo Rojhilata Navên nêzîkî 2 milyar Dolar bû, lê ji ber fişarên aboriyê yên metirsîdar, niha şandina pereyan bo Sûriyê û Hizbulaha Libnanî kêm bûne.”

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê pêşbînî kir jî, bi destpêkirina qonaxa duyem ya sizayên Amerîka li ser Îranê di 4ê Mijdara bê de, dê çalakiyên xwe li Sûriyê kêm bike û Hizbulaha Libnanî jî piştî sizayan nikare wek niha bimîne.

 

S. B