Li Ezazê teqînek: Kuştî û birîndar hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Çalakvanan li tûra civakî belav kirin, otombîleke bombebarkirî li nêzîkî mizgefta el-Muyetem a bajarê Ezazê teqiya.
Li gor çalakvanên bajarê Ezazê, di encama teqînê de hejmarek kes bûne qurbanî.
Bajarê Ezazê 20 K.M li rojhilatê Efrînê ye û li ser sînorê Tirkiyê û di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin de ye.
S. B