Bexda red dike ku Taranê mûşek radestî mîlîşyayên Şî`î kiribe

Wezareta derve ya Iraq, red kir ku Hikûmeta Îranê mûşekên balîstî radestî girûp û mîlîşyayên şî'e yên ser bi Heşda Şeibî ve kiribe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta derve ya Iraq, red kir ku Hikûmeta Îranê mûşekên balîstî radestî girûp û mîlîşyayên şî'e yên ser bi Heşda Şeibî ve kiribe.

Peyvdarê Wezareta derve ya Iraqê (Ehmed Mehcûb) ragihand, ku ew raporên berî niha hatibûn belavkirin û dibêjin ku Îran mûşekên balîstî radestî çekdarên Heşda Şeibî kiriye, dûrî rastiyê ne.

Ehmed Mehcûb got: Hemû dezgehên dewleta Iraqê, pêbendî madeya heftem a destûrê ne, li gorî wê madeyê, nabe axa Iraqê ji bo êrîş û gefkirinê li ser welatên cîran were bikaranîn.

Berî çend rojan, ajansa Reutersê ji ser zimanê hejmarek ji berpirsên Îranî û Iraqî veguhestibû, ku Taranê di çend mehên derbasbûyî de, hejmarek ji mûşekên balîstî, radestî hin girûpên çekdar ên Heşda Şeibî kiriye.

N.O