Parlemanterên PDK û YNKê ji civîna parlemanoyê derketin

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, parlemanterên PDK û YNKê piştî sûndxwarina yasayî ji civîna parlemantoya Iraqê derketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, parlemanterên PDK û YNKê piştî sûndxwarina yasayî ji civîna parlemantoya Iraqê derketin.

Piştî ku rêwresma yekem civîna xula çarem a parlemantoya Iraqê birêve çû, parlemanteran sûnda yasayî xwarin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn jî, ku di rûniştina îro ya parlemantoyê de 297 parlemanter amade bûbûn.

Parlemantera PDKê Meyade Necar ji K24ê re got, rûniştina îro tenê bo sûndxwarinê bû û ti rêkeftinek ji bo pêkanîna mezintirîn koma parlemantoyê nehat kirin.

 

S. B