Hunermend û siyasetmedarên Kurd hewla bidavekirina Ramîn Penahî şermezar dikin

Egera darvekirina çalakvanê kurd Ramîn Husên Penahî li Bakurê Kurdistanê karvedanên mezin bi xwe re anî.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Egera darvekirina çalakvanê kurd Ramîn Husên Penahî li Bakurê Kurdistanê karvedanên mezin bi xwe re anî. Hejmarek zêde stranbêj û hunermendên navdar ên Bakurê Kurdistanê bi nerazîbûneka tund Îranê şermezar kirin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bang li Netewyên Yekgirtî kirin ku darvekirina Ramîn Husên Penahî bê astengkirin.

Egera darvekirina çalakvanê kurd Ramîn Hûseyîn Penahî a ji aliyê Hikûmeta Îranê ve, di nava Kurdan de dibe sedema endîşe û nerazîbûneka mezin. Ji ber vê egerê hejmareke zêde Kurdên Rojhilatê Kurdistanê çûn ber deriyê Girtîgeha Recayî ya li bajarê Kerecê da ku piştrast bibin, ka Ramîn Husên Penahî hatiye darvekirin an na?

Ne tenê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, xelkê Bakurê Kurdistanê jî, ji bo Ramîn Husên Penahî li ser piyan e.

Rêxistina Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ji bo rêlibergirtina darvekirina Ramîm Husên Penahî, di medyaya civakî de kampînek da destpêkirin. Di çarçoveya kampînê de hunermendên Kurdan bi çend kurtevîdyoyayan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Hozan Brader û Îbrahîm Rojhilat bang li Netewên Yekgirtî û sazî û dezgehên navnetewî kirin ku darvekirina çalakvanê Kurd bê astengkirin.

Stranbêj Aslîka Kadir û Ganî Nar jî bi nerazîbûneka tund, Hikûmeta Îranê şermezar kirin. 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî bi daxuyaniyeke nivîskî Îranê şermazar kir û ji bo Rahîm Husên Penahî banga xwedîderketina zêdetir li raya giştî kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî duh hewl dabû ku tacagûlîneya reş deyne ber deriyê Balyozxaneya Îranê yê li Enqereyê. Lê Asayîşa Tirkiyê rê nedabû wan û xwenîşandana HDPê asteng kiribû.