Îran: Aliyên Iraqî hin reftarên şaş dikin û divê wan şaştiyan rast bikin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê (Behram Qasimî) got: Em hin helwest û reftarên şaş li Iraqê û ji aliyê siyasevanên wî welatî dibînin û di çend rojên dahatî de, emê bi fermî helwesta xwe li ser wan şaştiyan rabigehînin û rêkarên pêwîst werbigirin.
Behram Qasimî ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihand, ku welatî wî berdewam hevkariya Iraqê dike, daku aramî lê peyda bibe û got: Em berdewam çavdêriya hemû helwest û reftarên aliyên Iraqî dikin û me têbînî kiriye, ku hin reftar û helwestên şaş hene û pêwîst e ew şaştî bên rastkirin.
Qasimî diyar kir, ku Îran bi hûrî çavdêriya pêşhatên emnî û siyasî li Iraqê dike, ji ber ku pêşeroja Iraqê û aramiya wê, ji Îranê re giring e.
N.O