Lûtkeya Tehranê: Planek çareseriyê ji bo Idlibê derneket

Di axaftinên xwe de Serokdewletê Putin û herweha Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî jî, metirsiya teroristan li devera Idlibê anîn ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dawiya Lûtkeya Tehranê ya Rûsya, Îran û Tirkiye daxûyaniyek hevbeş a 12 xalî jî hate ragihandin, bêyî ku planek çareseriyê ji Idlibê re were diyarkirin. Ligor medya Tirkiye, Serokomarê Tirkiye daxwaza agirbestê anî ziman, bêyî ku di daxûyaniya encamî de cîh bigre. Di daxûyaniya 12 xalî de liser berdewamiya proseya Astana hevbeşî peyda bû. Hewlên çareseriyên aştiyane hatin ziman, bêyî ku liser rewşa bên zelalkirin. Daxwaza aliyan liser rewşa Idlibê ya herî diyar: radestkirina çekan bû, bêyî ku ji bo vê yekê daxwaz ji hikumeta Suriye bê kirin.

Di axaftinên xwe de Serokdewletê Putin û herweha Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî jî, metirisya teroristan li devera Idlibê anîn ziman. Her du Serokan jî, mafê hikumeta Suriye ya kontrolkirina ax a xwe jî destnîşan kirin. Heman demê daxwaz kirin ku, ligel hukimeta Suriye wekî nûnerê yasayî pêwendî bê kirin.

Serokomarê Îranê xebatên Amerika liser erd a Suriye wekî neyasayî binav kirin û heman tomet li Israilê re jî kirin.

Serokdewletê Rûsya zêdetir liser proseya Astana û encamên wê yên “erênî” rawestiya û berdewamiya vê proseyê xwest.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, piştî lûtkeya her sê serokan ya li Tehranê da xuyakirin, divê li Îdlibê sivîl bên parastin, terorîst bên cudakirin û statuya heyî ya Îdlibê jî wek xwe bimîn e. Da zanîn, ji rewşa Îdlibê herî zêde Tirkiye bibandor dibe.

Erdogan got:

". Tirkiye, ji serî ve hewl dide ku xwîn li Sûriyê nerije û heman helwestê bo Îdlibê jî nîşan didin.

Em îro jibo dawîkirina karesata mirovî li vê derê ne. Divê xelkê sivîl bê parastin û statuya heyî ya Îdlibê wek xwe bimîn e.

Li Îdlibê bi 12 xalên çavdêriyê Tirkiyê kiye bo aramiya deverê roleke mezin daye ser milê xwe.

Divê li Îdlibê rê li ber karesatên nû bê girtin û di çarçoveya Astanayê de çareserî bê dîtin.

Îdlib wek nîmûneyeke Sûriyê ye. eger li vê darê gavên şaş bên avêtin, dê karvedana vê li hemû deverê bê bihîstin.

Banga berdana çekan a vê lûtkeyê nîşan dide ku êdî hember hemû komên terorîst helwesteke biryarbûnê heye.

Tirkiye niha mêvandariya 3 mîlyon û nîv welatiyên Sûriyê dike û li Îdlibê jî sê mîlyon û nîv mirov hene. Derfetê me bo mêvandariya ewqas kesan nîne. Ji bo vê em bihev re dixwazin pêşiya awarebûnê bigrin û ji bo vê jî, pêwîste, em di têkoşîna dijî terorê de serkeftî bin."

Herçend Erdogan berdewamiya statuya Idlibê ya heyî xwest bê parastin, lê Serokên Rûsya û Îranê di vê babetê de qet nêzîkahî nîşan nedan.

 

 

C.B