Xwepêşanderan Konsolxaneya Îranê şewitandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Besre li başûrê Iraqê, xwepêşanderan êrîşî konsolxaneya Komara Islamî ya Îranê kirin û şewitandin.
Li Besreyê, ku ev demek e bi egera nebûna av a vexwarinê, elektrik û xizmetguzariyên sereke xwepêşandan tên lidar xistin, di rojên dawî de alozî berferehtir bûn e û zêde xelk di van xwepêşandanan de bicîhanîna daxwazên xwe dikin. Herweha di van xwepêşandanan de niha Al a Besre ya federal ku xwepêşandar dixwazin tê hildan.
Ligor beşek ji xwepêşanderan Îran destwerdanek mezin dinav Iraqê de dike û jiber vê yekê wan duhî xwestibûn Konsolxaneya Iranê bişewîtinin. Duhî bi egerên ewleyiya tund nekarîn vê yekê bikin, lê îro Xwepêşandaran Konsolxaneya Îranê dan bin agir û şewitandin. Herweha deriyê sînorî yê Selamçe jî girtin.
C.B