Rewşa Awarte li Besre û Bexdayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşanderên Besre diçin nav kêlgeha petrola Qurne ya rojavayê bajarê Besre û Qeyîs Xezelî jî daxwaza dadgehkirina Ebadî dike.
Nuçegihanê Kurdistan 24 li Besre ragehand, xwepêşanderên Îraqê çûn e nav kêlgeha petrola Qurne ya rojava, ku mezintirîn kêlgeha petrola başûr û hejmareke karker wek dîl girtine.
Herweha xwepêşanderan mala wezîrê veguhestin û gehandina Îraqê şewitandin, li himber de jî hikûmeta Îraqê rewşa awarte li bajarên Besre û Bexda ragehand.
Bi sedema rewşa ku li Besreyê çêbû ye, Emîndarê giştî yê Tevgera Esayib Ehlulheq Qeys Xezelî daxwaza dadgehkirina Ebadî dike.
C.B