Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû

Di êrîşa mûşekî ya li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) yên li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê de Sekreterê Giştî yê HDK Mistefa Mewlûdî û sekreterê berê Xalid Ezîzî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşa mûşekî ya li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) yên li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê de Sekreterê Giştî yê HDK Mistefa Mewlûdî û sekreterê berê Xalid Ezîzî birîndar bûn.

Şanderê K24ê bo Koyê da zanîn, di encama êrîşa li ser baregehên Polîtburoya HDK û HDK-Î yên li Koyê, hejmarek kes şehîd û birîndar bûn, di nava wan de Sekreterê Giştî yê HDK Mistefa Mewlûdî û sekreterê berê Xalid Ezîzî birîndar hebûn.

Şanderê K24ê da zanîn jî, dema êrîş li ser baregehên HDK û HDK-Î li Koyê bûne, di wan baregehan de civîn hebûn.

Amaje bi wê jî kir, ew avahiyên hatin bombebaran kirin hatin rûxandin û hejmarek mezin ji serkirde û endamên HDK û HDK-Î birîndar bûn.

Sekreterê Lawên HDKê Pêşewa Elîpor ji K24ê re ragihand, êrîşî ji esman ve hate kirin, berê jî êrîş li baregehên me bûbûn, lê ev yekem car e ji esman êrîş hatiye kirin.

 

S. B

Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû
Sekreterê Giştî yê HDK birîndar bû