Serok Barzanî êrîşa Îranê şermezar kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî êrîşa Îranê bi ser beragehên Hizba Demokrat li bajarê Koye yê başûrê Kurdistanê şermezar kir. Serxweşiyên xwe gihandin kesûkarên şehîdan û hêviya başbûnê ji brîndaran re xwest.
Naveroka daxûyaniya Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamiya Îranê ya li ser baregeha Hîzba Demokrat ya li bajarê Koye gelek nîgeran û xemgîn în bi taybet ku ziyanekî zêde yê canî û maddî bi cîh hiştiye.
Di demek da ku vê êrîşê şermezar dikim, serxweşiyên xwe pêşkêşî kesukarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Daxwaz ji hemû aliyek jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada gengeşeyê ji ber ku Herêm bi xwe li ber kêşe û tehdîd û gefên mezin daye. Bi pêwîst jî dizanim eve bi hemû aliyek rabigihînim ku kêşeyê gelê Kurd bi tundutîjî û kuştin û bobebaranan nayê çareser kirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çaresere ji bo hemû kêşeyan.
Mesûd Barzanî
08.09.2018
C.B