PDK: Êrîşa Îranê bi tundî şermezar dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlementoya Kurdistanê de, di derbarê êrîşa Komara Îslamî ya Îranê hemberî baregehên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran li bajarê Koye daxûyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye ziman ku, îro berî nîvro 08 Îlonê 2018an binkeyên HDK û PDK-I li Qezaya Koye ketin ber bombebarana Komara Îslamî ya Îranê, ku di encam de hejmarek kesan canê xwe ji destdan û bi dehên din jî brîndar bûn. Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de êrîşê bi tundî şermezar dike ya ku, li dijî hemû yasa û peymanên navnetewî û herweha destdirêjiyek rasterast li ser xak û serweriya Herêma Kurdistanê ye.
Fraksiyona PDK sersaxiyên xwe gihand her dû Partiyan û malbatên şehîdan û daxwazên selametiyê ji brîndaran re ragihand.
C.B