Amerîka welatiyên xwe yên li Iraqê hişyar dike

Balozxaneya Amerîka ya li Iraqê welatiyên xwe yên li Iraqê di rojên Aşûra de û karmendên Balozxaneya li Besrayê jî ji her tevgerekê hişyar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balozxaneya Amerîka ya li Iraqê welatiyên xwe yên li Iraqê di rojên Aşûra de û karmendên Balozxaneya li Besrayê jî ji her tevgerekê hişyar dike.

Balozxaneya Amerîka ya li Iraqê bi daxuyaniyekê ku li malpera xwe ya fermî belav kir, daxwaz ji welatiyên xwe yên li Iraqê dimînin di rojên Aşûrayê de bi taybet di rojên 18 ta roja 21ê vê mehê de tevgerên xwe sînordar bikin.

Herwiha baloyzxaneya Amerîkî diyar kir, xwepêşandan û mangirtinên li Besrayê tundûtûjî tê de rû didin ku hejmarek ji xwepêşander û endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û  birîndarkirin, loma karmendên xwe yên li Besrayê ji her tevgerekê hişyar kir.

Ev çendîn roj in xwepêşandan li Besra berdewam in û xwepêşanderan çendîn avahiyên Hikûmî û bi dehan baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve şewitandin. Roja Înê 7ê vê mehê xwepêşanderan êrîşî konsolxaneya Îranê ya li Besrayê kirin û şewitandin.

Ev yek di demekê de ye, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mihdî Muhendis Konsolxaneya Amerîkî ya li Besrayê bi bûyerên li Besrayê dibin tomet bar kir û got, Konsolxaneya Amerîkî li pişt alozkirina rewşê û şewitandina baregeh û dezgehan bû.

 

S. B