PDK-Bakur: Îran huquqa navneteweyî binpê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur bi daxûyaniyekê êrîşa Îranê ser bi baregehên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran (PDK-Î) li Koye şermezar kir. Kopyeyek ji daxûyaniyê gihand K24.
Ev naveroka daxûyaniya PDK-Bakur e:
PDK-Bakur bi tundî erîşa Komara Islamî ya Îran a bordûmankirina Keleha Demokrat şermezar dike. Rejîma Îranê bi salan e dixwaze pirsa Milletê Kurd û demokrasiyê bi tundî û metodên leşkerî hal bike. Ew eriş carek dide xûyakirin ku, Îran huquaa navnetewî nasnake û dixe bin piyan.
Em bangewaza xwe digihînin: Neteweyên Yekgirtî (UN) û hemû rexistinên nawneteweyî ku, fişaran li Îranê bikin, Îranê bangî nasandina huquqa navneteweyî bikin. Em bangî Dewletên Yekbûyî yên Amerika (DYA) û Yekîtiya Ewrûpa dikin, bê deng nemînin û piştgirîya gele Kurdistan bikin. Em seri li ber şehîden 8ê Îlonê ditewînin!
Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK- Bakur)
C.B