ENKS: Tawanên li Efrînê dibin, armanckirina nasnameya Kurdî ya Efrînê ye

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê berdewamiya binpêkirinên ku li Efrînê yên ji aliyê grûpên çekdar ên ser artêşa Tirkiyê ve tên kirin şermezar kir û bang li Netewên Yekgirtî û rêxistinên wê yên mirovî kir ku bi hawara Efrîn û xelkê wê vê bên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê berdewamiya binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser artêşa Tirkiyê ve tên kirin şermezar kir û bang li Netewên Yekgirtî û rêxistinên wê yên mirovî kir ku bi hawara Efrîn û xelkê wê vê bên.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de da ragihand, “Bi dagîrkirina artêşa Tirkiyê ji Efrînê re, grûpên çekdar ên ser bi wê ve dest bi tawanan li dijî xelkê Efrînê kir. Tevî şermezarkirina berfereh a ji aliyê ENKS, rêxistinên mafên mirovan yên xwecihî û navdewletî û raporta Rêxistina Lêborîna Navdewletî ji wan tawan re û tevî bang û daxwazên ji hikûmeta Tirkiyê re ku sînorekê ji wan binpêkirinan re dane û grûpên çekdar ji Efrînê re derxe, lê Tirkiye guh nade wan bang û daxwazan û hîna grûpên çekdar tawanên hovane di derheqê xelkê Efrînê de dike. ku ew tawan jî li dijî nirxên mirovahiyê ne.”

ENKSê amaje bi binpêkirin û tawanên gûpên çekdar ên li Efrînê dibin kir û got: “Hîna tawanên wek kuştin, revandin, sepandina bacan, şewitandina zeviyên zeytûnan, destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê û bicihkirina malbatên koçber li cihên wan berdewam e. Tawan gihîştin astekê ku serkirdeyekî grûpên çekdar bi awayekî zelal û aşkere daxwaza koçkirina Kurd û wêrankirina Efrînê kir, lê hêzên Tirkî ti helwest wek hêzeke dagîker bo parastina welatiyan, qedezekirina wan kiriyaran, qerebûkirina xelkê û sizadana wan tawanbaran negirt ser milê xwe.”

ENKSê di beşeke din de amaje bi metirsiyên xelkê Efrînê ji egera destpêkirina operasyona Idlibê kir û got: “Êş û metirsiya gelê Kurd ê Efrînê ji egera destpêkirina operasyona Idlibê zêde dibe, bi taybet ku dengoya wê yekê zêde dibe, ku dê bi sed hezaran ji koçberîn Idlibê li Efrînê bêne bicihkirin, bi vê yekê jî proseya guhartina demografî tê çespandin.”

ENKSê hişyarî derbarê guhartina nasnameya Kurdî a Efrînê da û got: “Em wek ENKSê di dema ku van binpêkirin û tawanên di derheqê gelê me yê Kurd li Efrînê yên li pêş bêdengiya civaka navdewletî û welatên pêwendîdar têne kirin bi tundî şermezar dikin, em hişyariyê wê yekê didin ku gelê Kurd û nasnameya wî ya netewî û deverên wî yên dîrokî têne armanckirin.

Herwiha ENKSê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên wê yên mirovî dike ku destêwerdanê bikin û binpêkirinan rawestînin. Herwiha fişarê li hemû aliyên krîzê bike, ta rê bidin derbider û koçberên Efrînê vegerin ser mal û mikên xwe û hemû pêwîstiyên xizmetguzariyê û yên jiyanê ji wan re dabîn bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKS daxwaz ji xelkê Efrînê dike ku tevî zor û metirsiyan dest ji xaka bav û kalên xwe bernedin. Herwiha daxwaz ji hêzên Kurdistanî û hêzên aştîxwaz û demokrat kir, hevkariyê bikin û êşa Efrîn û xelkê kêm bikin.

   

S. B