Sîstanî rê li ber Ebdaî girt

Elî Sîstanî, navên her yek ji Heyder Ebadî, Nûrî Malikî, Hadî Amirî, Falih Feyad û Tariq Necim red kir û ragihand, ku ew pênc kesana, ne hêjayî ne postê serokwezîriyê werbigirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Lêvegera Şîeyan li Iraqê Elî Sîstanî, navên her pênc berbijarên postê serokwezîriya Iraqê red kir û navê Heyder Ebadî jî di nav wan de ye.

Sebah Saidî, serkirde di Hevpeymaniya Sairûn de ragihand, ku mezinê lêvegera Şî'eyan li Iraqê (Elî Sîstanî) navên her yek ji Heyder Ebadî, Nûrî Malikî, Hadî Amirî, Falih Feyad û Tariq Necim red kir û ragihand, ku ew pênc kesana, ne hêjayî ne postê serokwezîriyê werbigirin.

Eşkere jî kir, ku Sîstanî daxwaz kiriye, kesekî bihêz û xwedî karîn ji bo postê serokwezîriyê bê destnîşankirin, ku ne wek serokwezîrên berî xwe be.

Wî serkirdeyê Hevpeymaniya Sairûn diyar kir, ku ji ber vê yekê Hevpeymaniya wan nema piştevaniya Heyder Ebadî dike.

N.O