Rûsya hêza xwe nîşanî cîhanê dide

Pêşbînî heye manor hefteyekê berdewam bike û 297 hezar serbaz û 1000 firokeyên cengî û 36 hezar keresteyên cengî yên corbicor û 80 parçeyên serbazî yên deryayî têde beşdar bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Berevaniya Rûsya ragihand, ku îro mezintirîn manora serbazî bi navê manora (Rojhilat - 2018) ku bi mezintirîn manor, di dîroka Artêşa Rûsya di nava 37 salên derbasbûyî de tê naskirin, bi serperiştiya wezîrê Berevaniyê Sergey Shoygu, destpê kiriye.

Wezareta Berevaniya Rûsya li ser malpera xwe, vîdyoya destpêkirina manorê belav kir, ku bi deh hezaran serbaz û çekên giranê têde tên bikaranîn.

Di girte vîdyoyê de, hejmareke mezin ji tank û firoke û keştiyên cengî û sîstemên berevaniya ezmanî tên dîtin, ku di manorê de tên bikaranîn.

Pêşbînî heye manor hefteyekê berdewam bike û 297 hezar serbaz û 1000 firokeyên cengî û 36 hezar keresteyên cengî yên corbicor û 80 parçeyên serbazî yên deryayî têde beşdar bibin.

N.O