Nûnerê Sîstanî nifiran li Ebadî dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Nûnerê Ayetullah Elî Sîstanî li Besra (Mihemed Felek Malikî) bi tundî êrîşî Heyder Ebadî kir, ji ber ku heya niha Hikûmeta wî, daxwazên xelkê ji bo peydakirina karebê û ava vexwarinê bicî nekiriye.
Mihemed Felek Malikî, li nav Huseyniyeke bajarê Besra, bi helkefta serê sala nû ya koçberî, di gotarekê de got: Nifirên Xweda li Ebadî û Hikûmeta wî bin.
Nûnerê Sîstanî got: Piştî wêrankirina Besra, Ebadî bi rûreşî hat Besra û kesî jî pêşwaziya wî nekir û dixwaze bi riya wê serdanê, careke din xwe nêzîkî xelkê bike, daku careke din postê serokwezîriyê werbigire.
N.O