Keştiya cengî Harry S. Truman a Amerîkî li nav Derya Sipî operasyonekê dike

K24 - Navenda Nûçeyan.
Hêza deryayî ya Amerîka ragihand, ku girûpeke keştiyên cengî bi serkêşiya firokehelgira Amerîkî (USS Harry S. TRuman) dest bi bicîkirina erkên xwe kiriye, li navçeya berpirsatiya (Keştîgeliya Şeşemîn) a Ameîrkî, li nav Derya Sipî.
Li gorî zanyariyên Hêza Deryayî Amerîkî, armanca wê operasyonê, piştevanîkirina Hevpeymaniya NATO û welatên Ewropa û Efrîqiya ye, ku hevparên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ne, herwiha armanca wê parastina berjewendiyên ewlehiya Netewî ya Amerîka ye li Ewropa û Efrîqiya.
Di nav wê girûpa Hêza Deryayî Amerîkî de, hejmarek ji keştiyên cengî yên wêrankir jî hene û biryar e dema derbasî nav Derya Sipî bibin, dest bi operasyoneke deryayî bikin.
N.O