Rêkeftina liser Idlibê-Rewşa Tirkiye aramtir an aloztir kir?

Pisporên Tirkiyê dibêjin, ji ber ku li Îdlibê gelek kom û rêxistinên çêkdar hene kare Tirkiyê zehmet e û ger hin kom çek bernedin dê Tirkiye Operasyon bibe ser wan grûban

K24 – Navenda Nûçeya

Karvedanên lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ya ser Îdlibê didomin. Cîbicihkirina vê lihevkirinê, ku wê herêmeke bêçek were avakirin û komên mixalîf û komên radîkal jihev cihê bike li derdorên polîtîk dibe mijara nîqaşê. Pisporên Tirkiyê dibêjin, ji ber ku li Îdlibê gelek kom û rêxistinên çêkdar hene kare Tirkiyê zehmet e û ger hin kom çek bernedin dê Tirkiye Operasyon bibe ser wan grûban.

Lihevkirina Soçiyê ya Tirkiye û Rûsyayê li ser Îdlib a ku di deste aliyên opozîsyonê de ye, ji aliyê hemû cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin û cîbicihkirina wê ji aliyê derdorên polîtîk ve tê nîqaşkirin. Lewre bi vê rêkeftinê berpirsiyariya jihevcihêkirina komên tundrew û netundrew li ser pişta Enqereyê ye. Li gorî lihevkirinê dê heta 15ê Cotmehê di nav opozîsyon û rejîma Sûriyeyê de herêmeke bê çek were avakirin û çekên giran jî, ji herêmê wê bên veguhestin. Ewlehiya herêma tampon jî, wê ji yekîneyên hevpar yên Tirkiye û Rûsyayê pêk were.

Li gorî pisporan ji ber ku li Îdlibê çendîn rêxistinên cuda hene berpirsyariya Tirkiyê ya bêçekkirina van rêxistinan nehêsan e.

Dr.Hasan Oktay-Serokê KAFKASAMê dîtina xwe weha tîne ziman:

“Piştî ku ji lûtkeya Tehranê rêkeftineke dernektibû, te digot qey wê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de şerekî derkeve. Lê di hevdîtina Soçiyê de mutabeqetek derket, ku tu kes hêvî nedikir. Bi vê lihevkirinê Enqere wê komên terorîst û komên mixalîf jihev veqetîne. Bi rastî hêza Tirkiyê heye ku vê yekê bike, lê dîsa jî, ji ber ku li qadê gelek kom û rêxistinên cuda hene kar û berpirsyariya Tirkiyê nehêsan e. Niha komên wek Ahrar-ur Şam û yên din di bin banê Eniya Rizgariya Neteweyî de ku di bin kontrola Enqereyê de ne bûn e yek. Dibe ku komên din ên radîkal jî beşdarî vê eniyê bibin. Yên ku vê tiştê qebûl nekin, dê îhtimala operasyoneke were rojevê.

Rêxistina Heyet Tehrîr eş-Şam û El-Nûsra ya ku ji sedî 60ê Îdlibê di bin kontrola wan de ye û di lîsteya terorî ya Tirkiyê de ne ragihandin ku ew ê çekên xwe radestî Tirkiyê nekin. Li gorî pisporan heke hin kom û rêxistin çekên xwe radest nekin, dibe ku Tirkiye bi yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad re Operasyonê bibin ser wan.

Prof.Dr.Mustafa Ervacı-Akademîsyenê Zankoya Yildirim Beyazitê, diyar dike:

"Ev rêkeftin dikare li qadê were cîbicîhkirin. Lê belê ji ber ku li herêmê gelek aktorên herêmî û cîhanî hene risk û xetereyên vê yekê jî hene. Dibe ku ji derve ve provakasyon werin kirin. Wek mînak li Sûriyeyê, xistina firokeya Rûsyayê. Li aliyê din heta niha Tirkiye, Rûsya û Îranê li hev kirine ku Heyet Tehrîr el-Şam rêxisteneke terorê ye. Ji ber ku komên din jî, nêzî Enqereyê ne, Moskow û Tehran li hemberî wan ne rijd in.Bi rastî ez bawer nakim ku ew kom û grûbên li Îdlibê di dema çekdanînê de berxwedaneke cidî nîşan bidin. Lê ger hin kom li ber xwe bidin dibe ku Operasyonek ser wan were kirin."

Li bajarê Îdlib a ku ji sala 2015an vir ve di bin desthilatdariya opozîsyona Sûriyeyê de ye û ji sedî 60ê wê di bin kontrola Heyet Tehrîr eş-Şam û en-Nûsrayê de de ye tê texmînkirin ku nêzî 3 mîlyon xelkê sivîl û 100 hezar endamên kom û grûbên çekdar hene.

 

 

C.B