Serokê Parlemantoya Iraqê gihîşt Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji K24ê re ragihand, Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî gihîşte Hewlêrê û biryar e ligel aliyên Kurdistanî bicive.
Li gor zanyariyan, biryar e Helbûsî di serdana xwe de lihel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên din ên Herêmê bicive.
Serokê Parlemantoya Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û ragihandine mezintirîn koma Parlemantoya Iraqê bi aliyên Kurdistanî de gotûbêj dike.
Parlemantoya Iraqê roja 15ê vê mehê endamê Hevpeymaniya Binyat a Nûrî Malîkî, Mihemed Helbûsî wek Serokê Parlemantoya Iraqê hilbijartibû.
S. B