Îsraîl li Iraqê çavdêriya Îranê dike

Fermandarê Îstixbarata Îsraîlê Uri Oron tekez kir, welatê wî çavdêriya belavbûna leşkerî li Iraqê dike, di nava wê de jî danana sekoya mûşekên zemîn – zemîn yên dikarin Îsraîlê bikin armanc.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Îstixbarata Îsraîlê Uri Oron tekez kir, welatê wî çavdêriya belavbûna leşkerî li Iraqê dike, di nava wê de jî danîna sekoyên mûşekên zemîn – zemîn yên dikarin Îsraîlê bikin armanc.

Uri Oron ji rojnameya “Haaretz” a Îsraîlî ragihand, “Berî salekê me çavdêriya rewşa Iraqê nedikir, lê niha ji nêzîk ve karînên Îranê li Iraqê dişopînin û çavdêriya wan dikin.”

Herwiha got: “Em dibînin ku Îran li Sûriye û Iraqê jî hewla berhemanîna mûşekan dide.”

Çendîn car e berpirsên Îsraîlê tekez kirin ku rê nadin hebûna Îranê li welatên cîranên Îsraîlê, bi taybet li Sûriye, lê niha Îsraîl girîngiyê dide çavdêriya hebûn û pêgehên Îranê li Iraqê jî.

Berî çend rojan Artêşa Israîlî di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên wê di nava du salên derbasbûyî de, 200 carî êrîşî bingehên Îranî li nav Sûryê kirine.

 

S. B