Kiwêt pêwendiyên xwe li gel Kurdistanê bihêz dike

Beşîr Xelîl Hedad: Kiwêt dixwaze di hemû waran de, pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê pêşve bibe bi taybetî di warê yasayî de.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokê Perlemana Kiwêtê ragihand, ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe.

Cîgirê serokê Perlemana Iraqê Beşîr Xelîl Hedad ragihand, ku di serdanekê de ji bo Kiwêtê, ew li gel serokê Perlemana wî welatî Merzûq Xanimî civiya ne û di civînê de, Merzûqî ragihand, ku armanca wan ew e, li gel Iraq û Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe pêşve biben bi awayekî ku di xizmeta her du welatan de be.

Beşîr Xelîl Hedad bal kişand ser wê yekê, ku Kiwêt dixwaze di hemû waran de, pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê pêşve bibe bi taybetî di warê yasayî de.

Duh şandek ji Perlemana Iraqê bi serokatiya serokê wê, Mihemed Helbûsî gihişte Kiwêtê û li gel berpirsên wî welatî civiya.

N.O