Bogdanov bo Amerîka: Herêma bêçek demkî ye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Mikhail Bogdanov radigihîne, herêma bêçek a li Idlibê demkî ye û ne her timî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Mikhail Bogdanov radigihîne, herêma bêçek a li Idlibê demkî ye û ne hertimî ye.

Wek bersivekê li ser daxuyaniyên Amerîkayê, Mikhail Bogdanov îro ji rojnamevanan re ragihand, wel çawa hermên kêmkirina şer yên di çarçova danûstandinên Astana 4 de hatine ragihandin demkî bûn, ragihandina herêma bêçek li Idlibê jî demkî ye.

Got jî: “Niha ji herêmên kêmkirina şer, tenê herêmek maye, ew jî tedbîreke demkî ye.” Tekez kir jî, dê hemû xaka Sûriyê ji teroristan bê bakirin.

Şanderê Amerîka yê taybet bi karûbarên Sûryê James Jeffrey duhî gotibû, rewşa li Idlibê ji ber rêkeftina Rûsî – Tirkî rawestiyaye û emê fişarê bikin ku ew rewş berdewam bibe.

Di heman demê de Bogdanov amaje bi wê kir, Rûsya bi wê aliyê ve diçe ku baweriyê bi daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Eredogan bike, ku grûpên terorist ji navçeya bêçek derdikevin.

 

S. B