Keskîn: Biryara qedexekirina pirtûkan ne hiqûqî ye

Dadgeha Navçeya Çelê ya Colemêrgê, 3 pirtûkên ku li ser Doza Kurd û Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatibûn çapkirin, qedexe kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Dadgeha Navçeya Çelê ya Colemêrgê, 3 pirtûkên ku li ser Doza Kurd û Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatibûn çapkirin, qedexe kir. Xwediyê Avestayê Abdulah Keskîn bertek nîşanî qedexekirina pirtûkan da û got; biryara qedexekirinê ne hiqûqî ye. Li gorî Keskîn; biryara qedexekirina hersê pirtûkan, encama guhertina siyaset û têgihîştina Tirkiyeyê ya li hember Kurd û Kurdistanê ye.

Abdulah Keskîn xwediyê Weşanxaneya Avestayê ye. Heta niha 600 pirtûkên ku bi Kurdî û Tirkî ji Weşanxaneya Avestayê hatine çapkirin. Pirtûka Chris Kutschera (Kirîs Koçera) ya bi navê 'Tevgera Milî ya Kurdî' ku di sala 2001'ê de;  pirtûka Abdurrahman Qasimlo ya bi navê 'Kurd û Kurdistan' ku 2009'an de; û pirtûka Celîlê Celîl a bi navê 'Serhildana Kurdan a 1880'an, Şêx Ubeydullahê Nehrî' ku  di 2014'an de ji aliyê weşanxaneya navborî ve hatibûn çapkirin, ji aliyê Dadgeha Cezayî ya Silhê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ve hatin qedexekirin. Xwediyê weşanxaneyê Abdulah Keskîn bertek nîşanî biryarê da û got; bi salan e ew van pirtûkan difiroşin lê heta niha tu carî nehatibûn qedexekirin.

Abdulah Keskîn ji K24ê re wiha axivî: "Ev doz ne dozên hiqûqî ne, ne dozên asayî ne. Li gorî standarda Hiqûqa Tirkiyeyê jî tu mafnas nikare van dozan rave bike. Yên ku ev biryar dane jî nikarin rave bikin. Bi awayeke kêfî biryara qedexekirinê tê dayîn. Wekî welatekî din, wekî dinyayeke din e; haya xwediyên van biryaran ji tiştekî tuneye."

Ev hersê pirtûk beriya demekê ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînorê Bakûr û Başûr di piştiyê mişextvanekî de tên dîtin û dûre bi îdiaya ku "kîn û nefretê dixe nav civakê û dibe ku xetereyên civakî peyda bike" tên qedexekirin. Keskîn, biryara qedexekirina pirtûkên Kurdî wekî nîşaneya guhertina siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Kurdan dinirxîne.

Abdulah Keskîn dibêje: "Siyaset û têgihîştina Tirkiyeyê li hember Kurdan û her çar parçeyên Kurdistanê, ji sedî sed guheriye. Tu lêpirsîn li ser van pirtûkan nehatiye kirin. Lê ji bo çi tu (Dadrês) qedexe dikî, ew selehiyeta te tuneye. Ew dibêje qey ev nêrîn û atmosfera niha, her mafî dide wî ku bikaribe pirtûkan qedexe bike."

Ji sedî 90'î zêdetir pirtûkên Kurdî li Stenbolê tên çapkirin. Li gor rêziknameyên hiqûqî; di nav 6 mehan de di derbarê pirtûkekê de biryara qedexeyê dikare were dayîn lê piştî 6 mehan pirtûk nikarin bên qedexekirin. Abdulah Keskîn amaje dike ku di serdema bikaranîna teknolojiya pêşketî de êdî tu dewlet nikarin rê ber pirtûkan bigirin û biryarên qedexekirina pirtûkan nikarin xeta weşanxaneya wan biguherînin.