Amerîka konsolxaneya xwe ya li Besrayê girt

Wezîrê Derve yê Amerîka biryara girtina Konsolxaneya Amerîka ya li Besrayê derkir û karmendên wê jî kişandin. Iraq jî ji wê biryara Washingtonê nîgeran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka biryara girtina Konsolxaneya Amerîka ya li Besrayê derkir û karmendên wê jî kişandin. Iraq jî ji wê biryara Washingtonê nîgeran e.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb nîgeraniya Iraqê ji biryara Amerîka derbirî û got, Ji biryara Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ya girtina Konsolxaneya Besrayê, vekişandina karmendan û hişyarkirina welatiyên Iraqê ji serdana Iraqê, nîgeran in.

Wezareta Derve ya Iraqê tekeziyê li pabendbûna xwe ya parastina nûnerên welatên din li ser asta balyozxane p konsolxaneyan dike û radigihîne, ewlehiya nûnerên welatan di warê yasayî û exlaqî de beşek ji ewlehiya Iraqê ye.

Ji ber gefên ewlehiyê û ketina çend guleyên Hawinê li nêzîkî Konsolxaneya Amerîka li Besrayê, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo biryara girtina konsolxaneyê da, karmandên wê jî vekişandin û bo serdana Iraqê jî welatiyên Amerîka hişyar kirin.

 

S. B