Çar aliyên siyasî piroseya dengdanê li Koya red dikin

Nûnerên her yek ji Tevgera Goran û Partiya Demokrat a Kurdistanê û Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê piroseya dengdanê li Koya red kirin

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Çar aliyên siyasî li ser sextekariyên li bingehên dengdanê li Koya çêbûne, karvedan nîşandan û di kongirekî rojnamevanî de, bizavên YNK li wî bajarî eşkere kirin.

Wan çar aliyan got: Li Koya bi nasnameyên sexte deng hatiye dayin û li nav çendîn bingehan de jî, tenê bi nasnameya şaristanî deng hatiye dayin ku ew yek berûvajî biryarên Komisyonê ye.

Nûnerên her yek ji Tevgera Goran û Partiya Demokrat a Kurdistanê û Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê ragihandin, bajarê Koya weke serbazgehekê lê hat kirin û bingehên dengdanê tijî hêz û berpirsên emnî û hizbî bûn û wan hêzan fişar li dengderan dikirin.

Herwiha nûnerên wan aliyan gotin: Em piroseya dengdanê li Koya red dikin û emê li cem Komisyonê gilî bikin.

Berî niha Rêvebirê Giştî ya Fermangeha Hewlêrê ya Komisyonê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku rewşa Koya hindik maye ji bin kontrolê derkeve û eger heye dengên wê deverê bên pûçkirin.

N.O