Berpirsekî Goran YNK bi encamdana sextekariyan tometbar dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Berpirsê bingeha Tevgera Goran li bajarê Çemçemal Ferman Mecîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku gellek serbaz bi nasname û regeznameyên sextet ji bo Çemçemal hatin veguhestin û bizava sextekariyê kirin.
Di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, Ferman Mecîd got: Bizavên ciddî ji bo sextekariyê hene û çend rewşên sextekariyê hatine eşkerekirin.
Mecîd diyar kir, ku şevê din hin guhertin di Komisyonê de hatin kirin û wan guhertinan rê li ber encamdana hin sextekariyan girt û got jî: Em aliyê desthilatdar, li wan navçeyên ku sextekarî lê çêbûne, tometbar dikin.
N.O