YNK encamên Hilbijartinan red dike

Ev helwesta YNK di demekê de ye, ku hîn encamên destpêkî yên piroseya hilbijartinan nehatine ragihandin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Di kongirekî rojnamevanî de, Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Se'dî Ehmed Pîre ragihand, ku ew encamên hilbijartinan red dikin.

Ev helwesta YNK di demekê de ye, ku hîn encamên destpêkî yên piroseya hilbijartinan nehatine ragihandin.

Berî van daxuyaniyên Peyvdarê YNKê, Aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê, YNK bi bizava encamdana sextekariyan tometbar kir.

Her di wê çarçoveyê de, hêzeke YNK li taxa Karêze Wişk li bajarê Silêmaniyê girte ser bingeheke dengdanê û hejmarek ji karmendên Komisyonê eşkence da.

N.O