Hîro Ibrahîm: Divê hevpeymaniya PDK û YNK berdewam be
K24 - Navenda Nûçeyan.
Endama Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hîro Ibrahîm Ehmed di daxuyaniyekê de, helwesta xwe derbarê berbijarê Serokatiya Iraqê ragihand.
Di daxuyaniyê de hatiye, ku, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, weke du partiyên serekî, herdem bi yekhelwestî destkeft ji gelê Kurdistanê re bidest xistine.
Her di daxuyaniyê de hatiye: Kirî pirbûna berbijaran ji Serokatiya Iraqê yekrêziya Kurdan têk bide, bi min baş e, ku rêketin li ser berbijarekî ji bo wî postî hebe û bila endamên firakisyonên Kurdistanî li Bexdayê wî berbijarî destnîşan bikin.
Hîro Ibrahîm Ehmed got jî: Ne ji mafê ti kes û aliyekî ye, ku binavê min daxuyaniyan bide.
N.O