Mesrûr Barzanî pîrozbahiya biserketina piroseya hilbijartinan dike

Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahiya biserketina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahiya biserketina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî li ser Twiittera xwe, pîrozbahî li dengderan kir, ku îro beşdarî piroseya hilbijartinan bûn û dengê xwe dan, herwiha sipasiya hêzên asayişê kir, ku ewlehî ji welatiyan re peyda kirin, daku mafê xwe bi awayekî hêmin û aştiyane di piroseya dengdanê de bikar bînin.

Îro piroseya hilbijartinên gera pêncem a Perlemana Kurdistanê, li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hat encamdan.

Pirose ji demjimêr 8ê sibeha îro destpê kir û heya 6ê êvarî berdewam bû.

N.O