PDK bi cudahiyeke mezin yekema Herêma Kurdistanê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor encamên ku K24ê ji çavdêr û nûnerên aliyên siyasî bidest xistine, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pêşiya aliyên siyasî yên din de ye û rêjeyeke bilind a dengan bidest xistiye.
Derbarê parêzgeha Silêmaniyê de, Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê Eta Şêx Hesen ragihand, PDK li Silêmaniyê pileya sêyemîn aniye û dengên PDKê li wê parêzgehê bi awayekî berçav zêde kiriye.
Li gor ancamên destpêkê yên ne fermî, li ser astê Herêma Kurdistanê PDKê pileya yekem, YNKê pileya duyem û Tevgera Goranê pileya sêyem bidest aniye.
Biryar e di heyama 72 demjimêran de, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê bi fermî encamên proseya hilbijartinê belav bike.
Duhî 30î Îlonê dengdana giştî bo hilbijatina parlemantoya Kurdistanê birêve çû, ku zêdetir ji 2 milyon û 900 kesî mafê wan ê dengdanê hebû. Rêjeya giştî ya beşdariya di proseya dengdanê de jî % 57.23 bû.
S. B