Parlemantoya Iraqê Serokomar destnîşan dike

Biryar e îro 1 Cotmeha 2018an demjimêr 20:00 parlemantoya Iraqê di rûniştinekê de Serokomarê Iraqê bo 4 salên bê destnîşan bike, di demekê de hîna nakokî li ser berbijarê Kurd bo wergirtina wê postê heye û ta niha parlemantarên Iraqê neçar in ji nava 7 berbijarên Kurd, yekî hilbijêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro 1 Cotmeha 2018an demjimêr 20:00 parlemantoya Iraqê di rûniştinekê de Serokomarê Iraqê bo 4 salên bê destnîşan bike, di demekê de hîna nakokî li ser berbijarê Kurd bo wergirtina wê postê heye û ta niha parlemantarên Iraqê neçar in ji nava 7 berbijarên Kurd, yekî hilbijêrin.

Ev yek di demekê de, Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî roja 2ê Cotmehê wek dawî roj bo yekalîkirina posta Serokomariya Iraqê diyar kiribû.

Piştî sala 2003an aliyên Iraqî li ser wê yekê rêkeftibûn ku posta Serokomarê Iraqê ji pişka Kurd, Serokwezîr ji pişka Şîe û Serokê Parlemantoyê jî ji pişkê Suneyan e.

Hilbijartinên Iraqê roja 12ê Gulana bûrî birêve çû bû, Parlemantoya Iraqê roja 15ê Îlona Serokê Parlemantoyê Mihemed Helbûsî hilbijart, lê ta niha aliyên Kurdistanî hîna li ser berbijarekî bo wergirtina posta Serokomarê Iraqê lihev nekirine.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî vegera Berhem Salih nava wê partiyê bi tekalî û bê şêwirmendiya bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) re ku ew jî wê postê bi mafê xwe dizane, ji bo posta Serokomariyê destnîşan kir.

Serok Barzanî piştî Berhem Salih dît û piştî desnîşankirina Fûad Husên bo wergirtina posta Serokomartiyê, di peyamekê de ragihand, “Bila firaksiyonên Kurdistanî di nava xwe de berbijarekî yekalî bikin, wek çawa berî 4 salan kirine.”

Duhî êvarê jî endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehemd di peyamekê de nerîna xwe li ser wê pirsê ragihand û wek Serok Barzanî ligel wê yekê bû, ku parlemanterên Kurd berbijarê Serokomariyê yekalî bikin û di pişt re di nava parlemantoya Iraqê de deng ji bo wî bê dayîn.

Her duhî jî, şandeke bilind a YNKê gihîşte Bexdayê, ku demek e Fûad Husên û Berhem Salih jî li Bexdayê ne serdana aliyên Iraqî dikin, lê bi nerîna beşek ji aliyên Iraqê ew e, ku Kurd yek berbijarî di nava xwe de diyar bikin, ta ew jî di parlemantoyê deng bidinê.

Çavdêr pêşbînî dikin, piştî bidawîhatina proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê û piştî peyama Hêro Îbrahîm Ehemd, guhartin di helwesta YNKê de bê kirin, ku 13 sal in ew post di destê wê de bû û hîna wê postê bi pişkê xwe dizanin.

 

S. B