HSD: Hikûmeta Sûryê nikare bêyî navçeyên me bijî

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Demokrat Mezlûm Ebdê ragihand, ku ew karin bêyî Hikûmeta Sûryê bijîn, lê Hikûmeta Sûryê nikarê bêyî bakurê Sûryê bijî.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Demokrat Mezlûm Ebdê ragihand, ku ew karin bêyî Hikûmeta Sûryê bijîn, lê Hikûmeta Sûryê nikarê bêyî bakurê Sûryê bijî.

Mezlûm Ebdê di hevpeyvînekê de, li gel Medya nêzîkî PKK ragihand, ku ew beşek in ji rêketina Minbic a di navbera Tirkiyê û Amerîka de û eşkere kir, ku naveroka rêketinê ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin.

Ebdê tekez kir, ku wan li ser naveroka rêketinê erê kiriye û got: Mafê me yê Vîtoyê heye, heger hat û rêketin ne li gor dilê me were bicîkirin.

Navhatî eşkere kir, ku ji destêka şoreşa rojava û heya niha, nêzîkî 8 hezar şervanên wan şehîd bûne û di nav wan de, şervanên biyanî jî hene.

Derbarê operasyona Dêra Zorê Ebdê got: 95 ji şervanên ku şer dikin xelkê wê navçeyê ne.

N.O