Dezgeha Hilbijartinan a PDK encamên dengdanê ragihand

Xesro Goran: Ji rêjeya 80%, PDK karî 570 hezar deng kom bike û ev tê wateya 45% ji koma wan dengên hatine cudakirin û hîn 20% ji dengan mane.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokê Dezgeha Hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Xesro Goran, di kongirekî rojnamevanî de, encamên dengdana hilbijartinên 30ê Êlûnê taybet bi lîsta PDK diyar kir, ku ew encamên destpêkî yên hatine ragihandin, bi riya birîkarên PDKê bidest wan ketine û encamên fermî tenê li wê ji aliyê Komisyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê ve bên belavkirin.

Herwiha got: 80% ji dengan hatine cudakirin, tenê 20 ji sedî mane û ew encamên li ber destên me ne, yên 80% ne.

Xesro Goran zelal kir, ku ji rêjeya 80%, PDK karî 570 hezar deng kom bike û ev tê wateya 45% ji koma wan dengên hatine cudakirin û hîn 20% ji dengan mane.

Goran diyar kir, ku li gorî pêşbîniyan, wan bêtirî 40 ji sedî ji dengan aniye û dibe ku ew rêje di navbera 41% heya 44% be.

Navhatî got jî: Ev serketin e ji PDK re û em bi van encaman dilxweî in.

N.O