Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê NY hilbijartinên Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir

Yan Kubish: Birêveçûna hilbijartinan bi awayekî biserketî, weke nîşaneke giring li ser parastina bingehên demokratiyê li Herêma Kurdistanê nasand.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnerê Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Yan Kubish kir.

Nûnerê Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî di civînê de, dilxweşiya xwe li ser birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê da xuyakirin û pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û ew pirose bi piroseyeke biserketî binav kir.

Herwiha Yan Kubish rêjeya beşdariya xelkên Kurdistanê di van hilbijartinan de, wek nîşana pêgihiştina siyasî ya welatiyên Kurdistanê binav kir û birêveçûna hilbijartinan bi awayekî biserketî, weke nîşaneke giring li ser parastina bingehên demokratiyê li Herêma Kurdistanê nasand.

Her di wê civînê de, pêşhatên siyasî di nava piroseya siyasî ya Iraqê de û pêngavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê di vê derbarê de, hat gotûbêjkirin.

N.O