Piştî mûşekbarana Îranê li ser DAIŞê HSD pêşve diçe

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) piştî mûşekbarana Îranê li dijî bingehên DAIŞê, li bajarokê Hecîn yê ser bi Dêra Zorê ve, dest bi pêşveçûnê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) piştî mûşekbarana Îranê li dijî bingehên DAIŞê, li bajarokê Hecîn yê ser bi Dêra Zorê ve, dest bi pêşveçûnê kirin.

Ji aliyê xwe ve Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku HSD piştî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser DAIŞê li navçeya Hecîn li gundewarê Dêra Zorê, li rojhilatê Firatê, dest bi operasyonê kir.

Duh Komara Islamî ya Îranê hejmarek mûşek arastey baregehên DAIŞê li rojhilatê çemê Firatê kir.

N.O