Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdilmehdî li Bexdayê civiyan
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî, li Bexdayê li gel serkirdeyê xuyayî yê Şî'eyan Adil Ebdilmehdî civiya.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di wê civînê de, şanda PDK û Adil Ebdilmehdî derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û mijara yekalîkirina postê Serokatiya Iraqê gotûbêj kirine.
Duh şanda PDK bi serokatiya Cîgirê Serokê Partî, ji bo yekalîkirina mijara Serokatiya Iraqê gihişte Bexdayê û hejmare hevdîtin li gel serkirdeyên Iraqî lidar xist.
N.O