Vîdyoyeke nû ya bingeha ku "Çekdarên YNKê" li Silêmaniyê girtibûn ser belav bûye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Roja Yekşemê 30ê Êlûna 2018an, dema ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dihat encamdan, "Çekdarên YNK" girtin ser bingeha dengdanê li Peymangeha Kompyûter li taxa Karêze Wişk a bajarê Silêmaniyê.
Li gorî girte vîdyoyeke nû, ku ji aliyê karmendên Komisyonê ve hatiye tomarkirin, dengê karmendekî tê û dibêje: "Çekdaran bi vî awayî girtin ser bingehê û gellek deng xistin nav sindoqê de û ti desthilata Asayiş û Polisan nebû".
Li gorî zanyariyan, ji bilî bingeha Peymangeha Kompyûter, çekdaran girtibûn ser çend bingehên din li bajarê Silêmaniyê û girteyên vîdyoyî li ser wan kiryaran berî niha jî hatibûn belavkirin.
Li gorî amarên nefermî yên hilbijartinên 30ê Êlûnê, PDK heya niha bêtirî 625 hezar deng aniye û YNK nêzîkî 312 hezar deng aniye.
N.O