Adil Ebdilmehdî bi niyaz e hikûmeteke “Teknokrat” pêk bîne

Adil Ebdilmehdî yê bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye spartin, bi niyaz e hikûmeteke “Teknokrat” pêk bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Adil Ebdilmehdî yê bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye spartin, bi niyaz e hikûmeteke “Teknokrat” pêk bîne.

Duhî Parlemantoya Iraqê Adil Ebdilmehdî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê spartibû.

Jêderekî siyasî yê agahdar ji malpera “alghadpress” a Iraqî re ragihand, Adil Ebdilmehdî ji hêzên siyasî re gotiye, ew dixwaze kapîneya “Teknokrat” pêk bîne û naxwaze wezîrên di cihê xwe di kabîneyê de bigirin, kesayetiyên ji partiyan bin.

Wî jêderî daye zanîn jî, raspardina Adil Ebdilmehdî bo pêkanîna hikûmeta nû, li ser bingeha razemendiya merceîtê olî ya Necefê bû.

Herwiha got jî, Îran û Amerîka, serkirdeyên Şîe, Sune û Kurd û Heşda Şeibî piştevaniya Adil Ebdilmehdî dikin.

Her di wê çarçovê de, parlemantarê Hevpeymaniyê Bîna Mîsaq Hamdî ragihand, mercê Adil Ebdilmehdî ji bo wergirtina postê Serokwezîr ew bû, ti hêzên siyasî destwerdanê di karûbarên hikûmetê de neke.

Li gor destûra Iraqê, divê Adil Ebdilmehdî di heyama 30 rojî de hikûmeta xwe pêk bîne û ji aliyê parlemantoyê ve bê pesendkirin.

 

S. B