Sebra Tirkiye girêdayî endamtiya YE nema ye!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan rexne li Yekîtiya Ewropayê digre û radighîne: Yekîtiya Ewropa ji zêdetîrî 50 salan pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bi hincetên piçûk asteng dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan rexne li Yekîtiya Ewropayê digre û radighîne: Yekîtiya Ewropa ji zêdetîrî 50 salan pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bi hincetên piçûk asteng dike. An bila biryara xwe ya dawî bide, an jî ew dê ji bo dawîkirina pêvajoya endamtiyê ji xelkê xwe bipirsin û biçin referandûmê.

Tirkiye careke din ber bi referandumê ve diçe. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di Forûma TRT Worldê de axifî û di çarçoveya pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê de amajeyên referandûmê da. Erdogan got Yekîtiya Ewropa ji sala 1963an ve bi hincetên piçûk endamtiya Tirkiyê asteng dike.  Êdî sebra wan nema ye û an bila Yekîtiya Ewropayê, di derbarê pêvajoya endamtiya Tirkiyê de biryara xwe ya dawî bide, an jî ew dê bo dawîkirina pêvajoyê ji xelkê xwe bişewirin.

Erdogan got:

“Ji sala 1963an heta niha pêvajoya me ya endamtiyê berdewam dike.  Zordestiyek wisa nabe. Me hemû şert û mercên Yekîtiya Ewropayê anî cih, lê bi hincetên gelek piçûk dijî endamtiya me derdikevin. Min ji Merkelê re jî got: Ger hûn me nekin endamê xwe, biryara xwe bidin. An jî em dê biçin, mijara pêvajoya endamtiyê ji 81 milyon welatiyên xwe bipirsin.”

Erdogan herçend di vê axaftina xwe de bêminnet tevbigere jî, di axaftinên xwe yên demên nêzik de gelek caran dabû zanîn ko endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê armancek stratejîk e.

Lê Berpirsên Fransa û Almanyayê wekî Erdoganî nabêjin û wan jî gelek caran nîşaneya biryara dawî dabûn. Serokomarê Fransayê Emanuel Macron gotibû, Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, lê ew dikarin bibin hevkarên stratejîk.

Şewirmenda Almanyayê Angela Merkelê jî, bi heman awayî ragihandibû ko, mimkûn nîn e Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

 

 

C.B