Azad Tewfîq wek parêzgarê nû yê Helebceyê dest bi kar kir

Îro 8ê Cotmehê Azad Tewfîq di rêwresmekê de û bi awayekî fermî wek parêzgarê nû yê Helebceyê dest bi kar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 8ê Cotmehê Azad Tewfîq di rêwresmekê de û bi awayekî fermî wek parêzgarê nû yê Helebceyê dest bi kar.

Bi boneya destbikarbûnê, Parêzgarê Helebce Azad Tewfîq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dema behsa Parêzgeha Helebce tê kirin, nabe tenê behsa bajarê Helebceyê bê kirin, belkû navçeyên Şarezor û Hewremanê jî lixwe digire, ku ev her sê navçe her dem bi hev re beşdarî şoreş û xebata Kurd bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 24ê meha bûrî biryara destbikarbûna parêzgarekî nû ji Parêzgeha Helebceyê re îmze kiribû.

Helebce di 13ê Adara 2014an de bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû parêzgeh, lê ta niha ji aliyê Bexdayê ve wek qezayekê serederiyê pê re dike û di yasaya budceya 2018an de wek parêzgeh amaje pê nehate kirin.

 

S. B