Serokê Perlemana Iraqê: Amerîka ne dosta Tirkiyê ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Perlemana Iraqê Mihemed El-Helbûsî, li bajarê Entaliya yê Tirkiyê bi awayekî cuda li gel herdu hevpostên xwe yê Tirkiyê Bînalî Yildirim û yê Îranê Elî Larîcanî civiya.
El-Helbûsî li gel Yildirim behsa pirsgirêka avê û pişka Iraqê ji ava herdu çemên Dicle û Firatê kir.
Navhatî ji Yildirim re got jî: Amerîka dixwaze navbera me têk bide û ez ji wê yekê haydarim ku Amerîka ne dosta we ye.
Serokê Perlemana Iraqê ji hevpostê xwe yê Îranê re behsa hebûna hêzên Amerîka li Iraqê kir û derbarê sizayên ku Amerîka li ser Îranê sepandiye got: Iraq dorpêça li ser gelan tê sepandin, red dike.
N.O