Ensarîoglu: Nabe Qendîl namzedên şaredariyan destnîşan bike

Hilbijartinên herêmê yên Adara 2019'an li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hêdî hêdî di rojeva siyaset û civakê de cih digire.

 

K24 – Diyarbekir

Hilbijartinên herêmê yên Adara 2019'an li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hêdî hêdî di rojeva siyaset û civakê de cih digire. Lê tayînkirina qeyûman di navbera Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê û Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî de bûye mijara nîqaşan. Parlementerê HDP'ê Hûseyîn Kaçmaz, amaje dikin ku; tayînkirina qeyûman nabe çareserî û divê rêz li vîna gel bê girtin. Parlementerê AK Partiyê yê berê Galîp Ensarîoglu jî dibêje; ger namzedên ji aliyê Qendîlê ve werin hilbijartin qezenç bikin û ji gel re xizmetê nekin dê dîsa ji bo wan şaredariyan qeyûman tayin bikin.

Ji bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2019'an hîn ji 5 mehan zêdetir dem maye lê ev mijar bûye yek ji mijarên rojeva siyaset civakê. Bi taybetî jî şaredariyên bakûr ango şaredariyên DBP yên ku qeyûm hatine tayînkirin di navbera siyasetmedarên AK Partî û HDP'ê de bûye mijara nîqaşan. Rayedarên HDP'ê tayînkirina qeyûman wekî destlêwerdana vîna gel dinirxînin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz amaje dike ku, tu hilbijêrên HDP'ê qeyûman qebûl nake û tayînkirina qeyûman binpêkirina mafê hilbijêran e.

Huseyîn Kaçmaz ji K24ê re wiha axivî: "Serokkomar û desthilatdariya AKP'ê bi vî rengî nikare vê meseleyê çareser bike. Çareserî çi ye? Çareserî demokrasî ye, hiqûq û edalet û. Lê edaletek bi rûmet e. Gel dibêje bila hilbijartin were kirin da ku em dîsa li vîna xwe û partiya xwe xwedî derkevin."

Rayedarên AK Partiyê jî li bakûr dest bi xebatên hilbijartinê kirin û di xebatên xwe de bi taybetî jî xizmetên ku ji aliyê qeyûman ve hatine kirin vedibêjin. Gotinên Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan yên li ser tayînkirina qeyûman jî ji aliyê AK Partiyê ve ne wekî gefekê lê wekî hişyariyekê tê nirxandin. Parlementerê berê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu jî dibêje, di hilbijartineke demokratîk de gel kê bixweze wî dihilbijêrê, tu kes tiştekê ji şaredariyên HDP'ê re nabêje lê   abe ku namze ji aliyê rêxistineke ku dijminê Tirkiyeyê ve werin hilbijartin.

Galîp Ensarîoglu dibêje: "Serokkomar dibêje; ger rêxistina çekdarî namzedên HDP'ê diyar bike û ew namzed werin hilbijartin û du re ne ji xelkê re ji wê rêxistinê re xizmetê bike dê destûra vê yekê nedin. An jî gel biryara hilbijartina namzedan dide. Ger kesê ku were hilbijartin xizmetê ji gelê xwe û bajarê xwe re bike tu kes nikare tiştekê jê re bêje û destlêwerdanê bike."

Di nav 2 salên dawîn de ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê ji bo 94'ê wan qeyûm hat tayînkirin û şaredariyên mane jî bêyî destûra qeymeqam nikarin tu xizmetguzariyekê bikin. Vê carê DBP beşdarî hilbijartinan nabe dê HDP beşdarî hilbijartinan bibe û armanca HDP'ê ew e ji hilbijartinên 2014'an zêdetir şaredarî bidest bixe. AK Partî jî hêvî dike ku bi xizmetguzariyên ku bi destê qeyûman hatine kirin propagandaya hilbijartinê bike hejmara şaredariyên xwe yên li bakûr zêde bike.