Israîl li dijî Îranê tevgera serbazî dike

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu: Di van rojan de, bi taybetî, ji bo bergirtin li hebûna Îranê li nav Sûrya, emê tevgera serbazî bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragihand, ku di van rojan de, bi taybetî, ji bo bergirtin li hebûna Îranê li nav Sûrya, ewê tevgera serbazî bikin.

Benjamin Netanyahu li pêşya Kinêsita Israîl got: Armanca me ya giring rêgirtin li karên dijminane yên Îranê ye, ku dixwaze Israîl jinav bibe.

Netanyahu diyar kir, ku Israîl rijd e li ser rûbirûbûna dujminkariyên Îranê bi awayekî piraktîkî û ewê di van rojan de, tevgereke serbazî li dijî rêjêma Îranê li Sûryê bikin.

Serokwezîrê Israîlê eşkere kir, ku ew pêşbînî dikin Amerîka hevkariya wan bike, bi taybetî di warê zêdekirina fişarên abûrî bi ser Îranê de.

Herwiha sipasiya serokê Amerîka Donald Trump kir, ku ji Rêketina Etomî ya li gel Îranê vekişya û dest bi sepandina sizayan li ser Îranê kir.

N.O